TR KU SO
FB X
Cîhan

Destroyera Amerîka dadigere Behra Res

Admin M
Nivîskar
📅 20 sibat 2019 04:54

PeyamaKurd- Destroyera Amerîkayê ya bi navê USS Donald Cook ku bi ser hêzên deryayî yê Amerîkayê ve ye, cara duyeme diçe Behra Reş. Destroyer dema di Buhira Çanakkale de derbas dibû hat dîtin û wêneyên wê ketin ser rûpelên çapemeniyê. Di mijarê de, ji hêzên deryayî yên Amerîka beyaneka weha hat belavkirin:

"Destroyer ji grûba Arleigh Burke- ku fuze hildigre, ya bi navê USS Donald Cook (DG 75), bo kirina operasyonên ewlekarî yên deryayî, îstîqrara di behrê de, bi pêşdebirina hevkarên me yên NATO yê di seha deryayî de, di 19 ê mehê de bo here Derya Reş, ji Buhira Çanakkale ber bi bakûr de, birê ket.

Dibe ku destroyer here lîmana Odessayê û li wê derê bimîne. Ev demeka dirêje ku navbera Rûsya û Ûkraynayê xweş nîne û bi sedema ku Ûkrayna dixwaze bibe endamê Yekîtiya Awrûpa, bi Rûsyayê xwe nîne û dixwaze zorê bide ser Ûkraynayê. Belkî sedemeka ku destroyera Amerîka diçe Behra Reş jî yek jê ew e.

Parve bike: