Cîhan
Di 3 rojan de 47 hezar koç kirin
PeyamaKurd- Koordînatorê Mudaxeleya Sûriyê Muhemmed Hallac ragihand ku di nav 3 rojan de 47 hezar sîvîl ji Idlibê koçî der û dorên sînorê Tirkiyê kirine. Hallac weha got:
“Xebatên me yên bo wan kesên ku ji cîh û warên xwe bûne, tesbîta jimara wan dewam dike. Çend dore êrîşên hewayî nemane lê hê jî koç dewam dike. Em endîşe dikin ku ji başûrê Idlibê ji herêma Cebel Ez Zewiye koç destpêbikin. Eger ji wê derê jî koç destpêbikin, wê jimara koçberan bigihê 500 hezarî.”