Cîhan
Di ava Eşenê de cesedê welatiyê Özbekistanê dîtin
PeyamaKurd – Li bajarê Muğlayê li navça Seydikemerê welatiyê Özbekistanê yê bi navê Shoyadbek Khlımjonov (21) ji bo xwe hînik bike ketiye ava newala Eşenê.
Rûdan seet li dora 15.00an de li taxa Çobanlarê qewimî. Li gor ragihandinê; welatiyê Özbekistanî Shoyadbek Khlımjonov ji bo xwe hîn bike ketiye avê. Piştî demekî wexta zilam danegeriya malê, malbata wî diçe kenarê avê. Malbat telefona wî û kincên wî dibînin û pê re agahiyê didin 112an ya navenda lezgîn.
Li ser agahdarkirinê tîmên AFADê, cendirmeyan, tenduristiyê û rizgarkirinê çûn deverê. Tîmên noqavê xebatekî berfireh kirin û paşî cesedê Khlımjonov dîtin.
Piştî kontrola dozger cesed birin morga nexweşxanê da otopsiya wî bikin.