Cîhan
Di belavkirina alîkariya Remezanê de hev peçixandin: 11 mirî
PeyamaKurd – Li Pakistanê li bajarê Karaçiyê di fabrîkeyekî boyayê de, di wexta ku alîkariya Remezanê belav dikirin, di nav muhtacan de îzdîham derket û hev perçixandin. Di encamê de 11 kes mirin û gelek kes birîndar bûn. Roja sêşema borî jî di wexta ku hukumetê ard belav dikir, bi heman şêweyê 5 kes miribûn.
Kesên birîndar bûn wan birin nexweşxanan da wan derman bikin.