TR KU SO
FB X
Cîhan

Di dosya Muhsin Yazıcıoğlu de 33 gumanbaran xistin bin çav

Admin M
Nivîskar
📅 25 îlon 2026 17:55

PeyamaKurd – Wezîrê dadê yê Tirkiyê Akın Gürlek li ser qeza helîkopterê ya ku serokê partiya BBPê Muhsin Yazıcıoğlu û kesên pê re bûn, di qezayê de miribûn ragihand ku di grûba 2em ya dozê de, di derbarê 47 kesan de dest bi lêpirsînê kirine û 33 kesan xistine bin çav.

Lêpirsîn bi serpereştiya serdozgeriya Ankara de dimeşe, MİT destekê dide lêpirsînê û rêvebiriya asayîşa Ankara bi xwe operasyonê dike. Navenda operasyonê Ankara ye û li 16 bajaran di heman wextê de avêtine ser 45 adresan û dest danîne ser hinek alavan.

Di xebata di derbarê FETÖ/PDY de, bi sedema bi zanîn û plan mirovan kuştine, tevlî tevgeran bûne, nehiştine bûyer zelal bibin, bi van sedeman di derbarê 47 kesan de dest bi lêpirsîna edlî kirine.

Ji gumanbaran 33 kesan xistine bin çav û 10 kes di zîndanê de ne û 4 kesên ku niha firarin ji bo girtina wan xebat dewam dikin.

Di pêvajoya lêpirsîna ketina helîkopterê de, ji ber agahiyên şaş dane, berê neselê guhertine, şahidan şaş agahiyan dane dewletê, niha dosya ji nûh de aktif kirine.

Parve bike: