Cîhan
Di erdheja bi tundiya 7,2 de 304 kes mirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama erdheja welatê Haitîyê ya bi tundiya pileya 7,2 rû daye de hejmara miriyan gihîştiye 304 kesan.
Li li başûrê rojhilatê Haitiyê doh 14ê Tebaxê bi pileya 7,2 erdhejeke tund rû dabû û piştî erdhejê jî ji bo mehekê rewşa awarte hatibû ragihandin.
Serokwezîrê Haitiyê Ariel Henry ragihandiye ku herî kêm 304 kesan di erdhejê de can dane û zêdetirî 1800 birîndar hatine tomarkirin ku xebatên rizgarkirinê jî berdewam dikin.