TR KU SO
FB X
Cîhan

Di êrîsa ser zanîngehê de herî kêm 19 kustî, 22 birîndar hene

Admin H
Nivîskar
📅 02 mijdar 2020 23:09

PeyamaKurd – Li Zanîngeha Kabûl a Afganistanê piştî teqînekê şer û pevçûn derket û di şerê 6 saetan dom kir de, herî kêm 19 kes hatin kuştin û 22 kes jî birîndar bûn.

Berdevkê Wezareta Navxwe ya Afganistan Tariq Aryan, ragihandiye ku piştî êrîşa bombeyî ya bi ser Zanîngeha Kabûlê de 6 saetan şer û pevçûn çêbûye û herî kêm 19 kes hatine kuştin û 22 kes jî birîndar bûne.

 Aryan daye xuyakirin ku 3 çekdarên êrîşkar ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine kuştin û da zanîn, kesên di êrîşê de bi gulebarana çekdaran hatine kuştin piraniya wan xwendekar in û birînên hinekan giran e.

Cîgirê Serokomarê Afganistanê Emrullah Salih jî piştî bûyerê ragihand ku şaşiya wan a îstixbarî heye û ew dê vê sererast bikin.

Salih got, wê Talîban ti carî ji ber vê êrîşa xedar û nerewa nikaribe wijdanên xwe paqij bike.

Serokomarê Afganistanê Eşref Ganî jî bûyer wekî êrîşa terorî bi nav kir û şermezar kir. Ganî got, piştî ku ‘terorîst’ Helmandê têk çûn dest bi armanckirina navendên akademiyê kirin.

Zanîngeha Kabûlê sala 1932yan hatiye damezrandin û bi perwerdekirina 17 hezar xwendekaran zanîngeha herî mezin a Afganistanê ye.

Parve bike: