Di êrîseke asmanî de 50 milîsên Îranê hatin kustin û birîndarkirin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di encama êrîşeke asmanî ya tê texmînkirin ji aliyê Îsraîlê ve hatiye kirin de, li Dêrazor a Sûriyê nêzîkî 50 endamên Pasdarên Îranê û milîsên wê hatin kuştin û birîndarkirin.
Li gorî ragihandina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) belav kir, baregehên Pasdarên Îranê li Dêrazor û Bukemalê ji aliyê balafirên nenas ve hatin bombebarankirin û di encamê de 15 kes hatin kuştin ku di nava wan Efserekî Pasdarên Îranê yê bi pileya Eqîd, 2 pasewanên wî û 9 kesên ji regeza Iraqî hene.
SOHRê diyar kir ku di êrîşan de zêdetirî 35 kesên din birîndar bûne ku di nava wan de kesên ji regezên Îranî û Iraqî jî hebûn.
SOHRê daye xuyakirin, “Êrîşên asmanî çend demjimêran piştî gihîştina balafireke barhilgir a Îranê bo balafirxaneya leşkerî ya Dêrezorê pêk hatin”.
Hate diyarkirin ku di balafirê de, “materyalên lojîstîkî û teknîkî yên pêşketî û endam û kesayetiyên ji Pasdarên Îranê” tê de hebûn.
Balyozxaneya Îranê ya Şamê jî eşkere kir, Eqîd Behroz Wahidî di êrîşa li ser baregehên li rojhilatê Sûriyeyê de hatiye kuştin.