TR KU SO
FB X
Cîhan

Hemû seferên asmanî yên Îranê hatin rawestandin

Admin H
Nivîskar
📅 08 hezîran 2026 18:34

PeyamaKurd - Îranê piştî ji nû ve avêtina moşekan bi ser Îsraîlê de û bersiva balafirên şerê ên Îsraîlê li ser bajarên wê hemû asmanê xwe ji geştan re girt.

Medyaya fermî ya Îranê îro 8ê Hezîranê ragihand ku ji ber rewşa neasayî ya ewlehiyê, Kompanyaya Balafirvanî û Keştîvaniya Asmanî ya Îranê biryar daye ku tevahiya geştên navxweyî û navdewletî heta demeke nediyar rawestîne. Herwiha daxwaz ji welatiyan hate kirin ku bi tu awayî serdana balafirxaneyan nekin.

Ajansa ISNAyê ya Îranî jî eşkere kir ku vê biryarê bandoreke rasterast li ser pêvajoya vegerandina heciyan kiriye û tê pêşbînîkirin ku geştên vegerê ji welatê Siûdî herî kêm 72 saetan dereng bikevin.

Hêjayê gotinê ye, piştî êrîşên moşekî yên Îranê û bersiva Îsraîlê, Bingeha Navendî ya "Xatemul Enbiya"yê ya girêdayî Artêşa Pasdarên Îranê ragihand ku wan jî operasyonên xwe yên leşkerî yên ser Îsraîlê rawestandine.

Parve bike: