Brîtanya: 1477 seferên asmanî hatin betalkirin
PeyamaKurd - Ji ber pirsgirêkeke teknîkî ya di sîstema trafîka asmanî ya Brîtanyayê de bi giştî 1477 seferên asmanî hatin betalkirin.
Malpera çavdêriya balafiran Flightradar24ê ragihand ku roja sêşemê li balafirgehên welêt 1300 sefer û roja çarşemê jî 177 seferên din hatine betalkirin ku piraniya wan li Balafirgeha Heathrowê ya Londonê pêk hatine.
Saziya Xizmetguzariya Trafîka Asmanî ya Niştimanî diyar kir ku her çend pirsgirêk di şeva sêşemê de hatiye çareserkirin jî, lê ji bo asayîbûna rewşê dem pêwîst e.
Balafirgehên Gatwick, Liverpool, Birmingham û Edinburgh ligel Balafirgeha Dublinê ya li Îrlandayê ketin ber bandora vê qezayê, û her wiha British Airways û Ryanairê bi deh hezaran rêwiyan hişyar kirin ku geştên wan hatine betalkirin an jî guhertin.