TR KU SO
FB X
Cîhan

Di fabrika maddeyên kîmyewî de 6 karker mirin

Admin M
Nivîskar
📅 04 hezîran 2022 20:34

PeyamaKurd – Li welatê Hindistanê li eyaleta Ûttar Pradeşê, li devera Hapûrê di fabrîka kîmyayê de qazanekî teqiya û di encamê de herî kêm 6 karker mirin û 20 kes jî birîndar bûn.

Berdevkê polîs Surendra Singh ragihand ku xebatên rizgarkirinê û lêgerînê dewam dikin û dibe ku jimara miriyan zêdetir bibe. Serokwezîrê eyaletê Yogi Adityanath sersaxiyê ji malbatên karkeran re xwest.

Parve bike: