TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Tirkiyê kana komirê teqiya 3 karker mirin

Admin H
Nivîskar
📅 23 cotmeh 2026 14:43

PeyamaKurd - Li Bajarokê Gelîk a bi ser navçeya Kîlîmliyê ya Zongûldakê ve li kanek komirê ya şirketa taybet teqîya. Piştî ku bûyer hate ragihandin tîmên agirkujiyê, AFAD û cenderme çûn cihê bûyerê.

Hate diyarkirin ku 3 karker di encama teqînê de jiyana xwe ji dest dane. 7 karker jî li kana komirê ji aliyê tîmên AFAD û agirkujiyê ve hatin rizgarkirin.

Hate zanîn ku karkerek jî di kanê de asê maye lê ew jî paşê hatiye rizgarkirin.

8 karkerên birîndar rakirin nexweşxaneyan û tên dermankirin. Hate zanîn ku rewşa 2 karkeran xedar e.

Parve bike: