Cîhan
Li Tirkiyê kana komirê herifî: Karker di bin de man
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li bajarê Amasya yê Tirkiyê li kaneke komirê herifîn çêbû û karker di bin de asê man.
Li gor zanyariyan 3 karkerên di bin kavilên kana komirê ya navçeya Merzîfon a Amasyayê de mane hatine rizgarkirin ku hat ragihandin rewşa tenduristiya wan baş e.
Li Tirkiyê gelek caran bûyerên herifîna kanan rû didin ku gelek karker jiyana xwe ji dest didin.