TR KU SO
FB X
Cîhan

Di firtûnê de 499 mirî,1332 birîndar û 427 kes wenda ne

Admin M
Nivîskar
📅 22 adar 2023 02:28

PeyamaKurd – Li welatê Afrîka Malaviyê di endama rûdana firtûna bi navê Freddy de encamekî nexweş diyar bû û 499 kes mirin,1332 kes birîndar bûn û heya niha 427 kes wendane. Gera li kesên wendayî dewam dike. Rêvebiriya Afeta Neteweyî ragihand ku ji bo xebata lêgerîn û rizgarkirinê ji Îngîltere tîm hatine da bi tîmên Malaviyê re lêgerîn û rizgarkirina kesên wenda bikin.

Ji dewletên Tanzanya û Zambiyayê helikopter şandine Malaviyê da ew ciyên ku tîmên rizgarkirinê nikarin xwe bigihîninê, bi rêya helîkopteran xwe bigihînin wan deveran û ji wan re alîkariyê bibin.

Heya niha jimara kesên ku ji ciyên xwe bûne û bê xanî mane gihaye 500 hezarî. Her weha li welatên cîran li Mozambîkê 67 kes û li Madagaskarê jî 17 kes ji ber heman bobelatê jiyana xwe ji dest dane.

‘Bobelata Freddy’ê ji meha sibatê heya niha dewam dike.

Parve bike: