TR KU SO
FB X
Cîhan

Di hevdîtinên astiyê de lihevkirin çêbû

Admin S
Nivîskar
📅 29 rêbendan 2019 14:41

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku di hevdîtinên aştiyê yên navbera Amerîka û Talîbana Afganistanê de, li ser nehiştina komên terorê li ser erda Afganistanê û vekişîna Amerîkayê lihevkirin çêbûye.

Nûnerê Amerîkayê yê Afganistanê Zalmay Xelîlzad di hevpeyvîna New York Timesê de, qonaxa dawî ya hevdîtinên aştiyê di navbera Talîbanê de piştrast kir û got, wan li ser misogerkirina nehiştina terorê û vekişîna hêzên Amerîkî ji Afganistinê li hev kiriye.

Xelîlzad diyar kir ku Talîbanê heta niha hevdîtinên ligel hikûmetê red dikirin, lê niha qebûl kiriye û çarçoveya peymanê hatiye danîn.

Nûnerê Amerîkayê herwiha destnîşan kir ku ew ji asta ku hatinê ewle ne û dê herdu alî jî li ser pêşnûmeya peymanê hîn bixebitin.

Parve bike: