TR KU SO
FB X
Cîhan

Di lihevkirina Munbicê de çi heye?

Admin M
Nivîskar
📅 04 hezîran 2018 19:58

PeyamaKurd- Bi mehaye ku mijara Munbicê ji rojevê nakeve û di her carê de Tirkiyê dibêje ku wan û Amerîka lihev kirine lê Amerîka dibêje lihevkirin tine ye.

Îro car din wezîrên karên derve yên her dû welatan yên Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu û yê Amerîkayê Mike Pompeo hatin cem hev û li hev civiyan. Xaleka hevdîtinê ya herî girîng Munbic e. Lê Tirkiye li bendê ye ku lihevkirin bibe peyman û bê îmzekirin. Lê di lihevkirinê de çi heye gelo?

Civînên grûbên ku bo Munbicê hatibûn danîn da krîza Munbicê çareser bikin, xebata xwe temam kirin. Niha herkes berê xwe daye civîna her dû wezîran. Wê her dû wezîr li ser peymana herî dawî li hev bikin. Eger her dû alî li hev bikin, wê PYD/PKK di wexteka ku li serê biryar bê dayîn, wê ji rojavayê Firatê vekişin.

Di nava xalên wê de heye ku hêzên Amerîka û Tirkiyê bihev re bi hêzên leşkerî û sîxurî li navçeyê kontrola asayîşê bikin. Eger di vê xalê de lihev bikin, wê ji nû de li ser şeklê wê biaxifin. Di lihevkirinê de heye ku ji kesên Munbicê meclisa leşkerî û ya îdarî bê danîn. Wê temsîla di meclisê de, li gor nûfûsa etnîkî bê danîn. Her etnîsîte li gor nufûsê wê bê temsîlkirin.

Munbic niha di bin kontrola HSDê de ye û xelkê Munbicê ji Ereb, Kurd, Çerkez û Turkmenan pêk tê. Berya şer li dora 100 hezar kes li Munbicê dijiyan.

Parve bike: