TR KU SO
FB X
Cîhan

YE: Du hefte dem ji bo lihevkirina peymana atomî heye

Admin H
Nivîskar
📅 12 gulan 2021 00:03

PeyamaKurd - Nûnerê Bilind ê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell ragihand ku danûstandinên peymana nukleerî ya Îranê derbasî qonaxeke hesas dibe û du hefte dem ji bo lihevkirinê heye.

Josep Borrell destnîşan kir ku danûstandinên li Viyanayê bê rawestandin didomin û got, hevdîtin di xeteke erênî de lê bi zehmetî dimeşin.

Hevdîtinên vegera Amerîka û Îranê li peymana nukleerî ku ji aliyê welatên P+5 têne kirin, ji roja Îna borî ve li paytexta Awusturya Viyenayê berdewam dikin.

Li gorî daxuyaniyên aliyên Amerîkî û Îranê pêşveçûn di hevdîtinan de heye ku Amerîka jî razî bûye hin dorpêçên aborî yên ser Îranê bi şertê vegera pîvanên peymanê rake.

Parve bike: