TR KU SO
FB X
Cîhan

Rafael Grossi: Bêyî çavdêriya ajansê peymana atomî tenê xeyal e

Admin H
Nivîskar
📅 21 nîsan 2026 18:06

PeyamaKurd - Berpirsê Giştî yê Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî (IAEA) Rafel Grossi, hişyarî da ku her cure rêkeftineke atomî di navbera Îran û Amerîkayê de, eger bêyî çavdêrî û piştrastkirina ajansê be dê bêwate bimîne.

Grossi di hevpeyvîna ligel rojnameya The Telegraph de tekez kir ku her rêkeftineke bêyî kontrolên navdewletî di rastiyê de ne peyman e, lê tenê "wehm û xeyalek" e.

Grossi, bal kişand ser rola sereke ya ajansê û diyar kir ku saziya wan tenê çavkaniya navdewletî ye ku dikare pabendbûna welatan bi sozên wan ên nukleerî piştrast bike û nebûna vê çavdêriyê dê baweriya bi peymanê bi awayekî cidî bixe pirsê.

Grossi herwiha hişyariyeke tund da civaka navdewletî derbarê zêdebûna aloziyên cîhanî û ragihand ku cîhan rûbirûyê metirsiya pêşbaziyeke nû ya çekên atomî ye û ev rewş sîstema rêgirtina li belavbûna çekên atomî (NPT) dixe bin xetereyê û dibe ku heta 20 welatan hewil bidin ber bi berhemênana çekên atomî ve gavan biavêjin.

Herwiha Grossi bang li welatên zilhêz kir ku vegerin ser maseya dîplomasiyê daku rê li ber karesateke navokî ya cîhanî were girtin.

Parve bike: