TR KU SO
FB X
Cîhan

Rafael Grossi: Me li Sûriyeyê bi tonan madeyên atomê dîtin

Admin H
Nivîskar
📅 19 tebax 2026 10:42

PeyamaKurd - Serokê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) Rafael Grossi û Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî li Şamê civîneke çapemeniyê ya hevbeş li dar xistin.

Şeybanî ragihand ku hikûmeta wan di 17ê Tîrmehê de bi nameyeke fermî ajans li ser hebûna madeyên atomî yên li cihekî "neeşkerekirî" agahdar kiriye û tîma ajansê roja sêşemê çûye wî cihî û mînakên pêwîst wergirtine.

Serokê Ajansa Atomê Rafael Grossi biryara rêveberiya nû ya Sûriyeyê wekî gavên "wêrekane" pênase kir û ragihand ku wan li wî cihî bi tonan madeyên atomî yên ji serdema rejîma Beşar Esed mane dîtine.

Grossi bal kişand ser metirsiya van materyalan û diyar kir ku ev mîqdar ji bo mebestên xerab dikaribûn bên bikaranîn. Rejîma berê ya Esed ku di sala 2007an de jî reaktoreke wê ya gumana çekên atomê li Dêrezorê ji aliyê Îsraîlê ve hatibû bombeberankirin, bi salan bi meşandina bernameyên veşartî dihat tawanbarkirin.

Parve bike: