TR KU SO
FB X
Cîhan

Di navbera Tirkiyê û Yewnanîstanê de îhtîmala ser!

Admin V
Nivîskar
📅 07 nîsan 2018 17:43

PeyamaKurd- Rornameya Elmanî ya bi navê Frankfurter Rundschau, Yewnanîstan hişyar kir û got ku Tirkiyê ji bo şerekî amade ye û Yewnanîstan ti caran nikare li ber Tirkiyê bisekine.

Frankfurter Rundschau bi navê “Li Egeyê leyîstika bi êgir” nûçeyek weşand û îdda kir ku di navbera Tirkiyê û Yewnanîstanê de gengeşiyeke mezin heye û dibe ku ev her du dewlet bi hev re şer bikin. Rojnameyê îdda kir ku ji ber pirsgirêkên aborî rewşa Yewnanîstanê nebaş e û ti caran nikare li ber Tirkiyê bisekine. Lê Tirkiye ji bo şer amade ye.

Di van demê dawî de Tirkiye, Yewnanîstanê bi piştgiriya Fetoyê sûcdar dike û du leşkerên Yewnanîstanê jî ji aliyê Tirkiyê ve hatine girtin. Ji ber van geşedanan di navbera her du dewletan de piştî salên 90an heta niha pirsgirêka herî mezin derketiye.

Parve bike: