TR KU SO
FB X
Cîhan

Di operasyona li Dîlokê destpêkir, li 14 bajaran 450 kes xistin bin çav

Admin M
Nivîskar
📅 01 tebax 2026 14:50

PeyamaKurd – Li bajarê Dîlokê (Gaziantep) di operasyona ‘Narko Kapan’ê de, li 14 bajaran operasyon hatin kirin, ji binçavkirinên 450 kesan 416 kesan şandin zîndanan.

Operasyon, bi serpereştiya serdozgeriya bajarê Dîlokê hat kirin, ji bo amadekirina operasyonan rêvebiriya asayîşa bajêr 6 meh şopanidna tejnîkî û mirovan kir.

Di kolanên 14 bajaran de kesên bazirganiya madde yên hişbir dikin, operasyonan kirin ser wan. Di encamê de 450 kesan xistin bin çav. Piştî li asayîşê îfadên wan hatin girtin, wan şandin dadgehan û dadgehan 416 kesan şand zîndanê.

Ji 450 kesan 34 kes bi şertê kontrola edlî serbest berdan.

Parve bike: