TR KU SO
FB X
Cîhan

Di parka leystikan de qeza çêbû: 34 birîndar

Admin M
Nivîskar
📅 12 tebax 2022 00:58

PeyamaKurd – Li Almanya li eyaleta Bavyerayê li bajarê Gunzburgê, di parka Legolandê ya leystikan de, du trênên lezgîn lihev ketin û di encamê de 34 kes birîndar bûn. Ji birîndaran rewşa 2 kesan girane.

Piştî qezayê agir bi trênan ket û tîmên Îtfaiyê, yên rizgarkirinê û 3 helîkopter mudaxeleya agir kirin. Li ser sedema qezayê heya niha ti agahî nehat dayîn.

Parve bike: