Cîhan
Di qezaya li Wanê rû da de polîsek mir û 11 kes birîndar bûn
PeyamaKurd - Li navçeya Payîzavayê ya bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê, di qezayeke trafîkê de tir û mînîbûsek li nêzîkî gundê Asbeşînê li hev qelibîn û ji rê derketin.
Piştî ku agahî gihîşt tîmên hawarçûnê, tîmên bijîşkî, polîs û cenderme çûn cihê bûyerê û 12 birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên Wanê.
Ji birîndarên ku hatin veguhastin nexweşxaneyê, kesekî ku birîna wî giran bû tevî hemû hewldanên bijîşkan giyanê xwe ji dest da.
Di encama lêkolînan de hat zanîn ku kesê miriye polîsek e û li navçeya Şemzînan a Colemêrgê erkdar bûye.