Cîhan
Di qezayê de 15 kes can dan
PeyamaKurd – Li Amerîkayê li eyaleta Californiayê li Imperial County ê jîbekî û TIR e kî lihev ketin û di encamê de 15 kes jiyana xwe ji dest dan û gelek kes birîndar bûn.
Rêvebirê beşa lezgîn ya Navenda Tibê ya herêma El Centroyê Judy Cruz ragihand ku di jîpê de 27 kes hebûne, ji wan 14 kes li ciyê qezayê wefat kirine û yek ji wan li nexweşxanê can daye. Birîndar li heman navendê û li nexweşxana Brawley Pioneers Memorial ê tên dermankirin.