TR KU SO
FB X
Cîhan

Rêjeya qezayên çûnûhatê ya Îranê di salekî de ji 19 hezarî zêdetire

Admin M
Nivîskar
📅 13 hezîran 2026 19:59

PeyamaKurd – Dezgeya Tiba Edlî ya Îranê rêjeyên çûnûhatê yên salekî ragihand. Di nav salekî de di qezayan de 19.540 kes mirine. Mirina herî zêde jî li Tehranê ye.

Rêjeya mirinan ya Tiba Edlî ya Îranê; di navbera 21ê Adara 2025an û 21 ê Adara 2026an de 19 hezar û 540 e.

Di nav miriyan de rêjeya jinan 3,880 û ya zilaman jî 15.660 e. Dezga tibê ragihand ku encama mirinan ne tenê ji ber kêmasiya ajotvanaye lê gelek îhmalên din yên zencîre jî hene.

Ajotvan li qaîdeyên trafîkê narênin, bala wan belaye, tedbîran nastînin û bi talûke alavan dajon. Di rêyan de kêmasî gelekin û ev jî dike ku qeza zêdetir bibin.

Li gor eyaletan jimara qezayan ya herî zêde li Tehranê ye. Li Tehranê di nav salekî de 1565 kes mirine, li eyaleta Fars 1543 kes mirine û li Sîstan-Belûcistanê 1390 kes mirine.

Jimara herî kêm li eyaleta Îlamê ya Kurdistanê ye ku jimare 192 ye. Li eyaleta Kohguliyê 222 kes mirine, li ya Boyer-Ahmedê 278 kes mirine û di pey wan de Qûm tê.

Parve bike: