TR KU SO
FB X
Cîhan

Di sewatên daristanên Yûnansitanê de herî kên 2 hezar kes tehliye kirin

Admin M
Nivîskar
📅 23 tîrmeh 2023 03:51

PeyamaKurd – Li Yûnanistanê li dora Atînayê û Girava Rodosê bi sedema agir bi daristanan ketiye herî kêm 2 hezar kes tehliye kirin. Her diçe şewat zêdetir dibin û pileya germê gihaye 45 dereceyan.

5 roje ku şewata daristanan dewam dike. Şaredarê Rodosê Konstantinos Taraslias ragihandiye ku şewat her diçe zêdetir dibe û weha dewam dike:

“Do bi şev me li dora gundê Laerma barîkatan danîbû lê bayê ku dihat ters zivirî, kir ku şewat zêdetir bibe û heya giha devera tûrîzmê. Kesên me wan tehliye kir, me wan şand stadyûm û otêlên giravê.”

Parve bike: