TR KU SO
FB X
Cîhan

Di tetbîqata leşkerî ya Derya Hazarê de 9 leşker mirin

Admin M
Nivîskar
📅 24 îlon 2026 15:43

PeyamaKurd – Li Qazakistanê tetbîqata leşkerî ya bi navê Khazar Qorgany-2026ê di Derya Hazarê de hat kirin lê ji ber rewşa hewayê xerab bû, 19 leşker ketin nav deryayê û 9 leşker jiyana xwe ji dest dan. 3 leşkeran rizgar kirin û ji bo dîtin û rizgarkirina leşkerên din xebat dewam dike.

Tetbîqatê li devera Mangistau ya Kazakistanê li devê Derya Hazarê dihat kirin. Wezareta bergiriya Kazakistanê ragihand ku di rûdanê de 9 leşker mirine, 3 leşkeran rizgar kirine û wan birine nexweşxanê.

Serdozgeriya Kazakistanê li ser rûdanê lêpirsîna edlî ya cezayî da destpêkirin.

Parve bike: