TR KU SO
FB X
Cîhan

Di vegera Cejna Qurbanê de otobus şewitî: 9 mirî, 33 birîndar

Admin H
Nivîskar
📅 31 gulan 2026 09:03

PeyamaKurd - Li Tirkiyê li ser rêya bajarên Denizli-Aydinê, li nêzîkî gundê Tirkaz ê ser bi navçeya Saraykoyê, otobusa rêwiyan a fîrmaya 'Pamukkale Turizm' ku geşta Îzmîr-Antalyayê dikir, ji kontrolê derket û piştî li bariyaran xist û agir pê ket.

Di qezaya ku di vegera Cejna Qurbanê de rû da de, otobus bi temamî şewitî.

Ajakarê otobusê û 8 rêwî bi giştî 9 kesan jiyana xwe ji dest da û 33 kesên din jî birîndar bûn.

Rêwiyên birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên derdorê û lêpirsîna berfireh a derbarê sedema qezayê û derketina agir de ji aliyê dozgeriyê ve berdewam dike.

Nasnameyên hatine tespîtkirin

Cenazeyên qurbaniyên ku di vê rûdanê de şewitîne, ji bo otopsî û tespîtkirina nasnameyê birin morga Serokatiya Koma Saziya Tipa Edlî ya Denizliyê.

Li gorî encamên destpêkê, kesên ku canê xwe ji dest dane ev in:

Ajokarê 50 salî Mustafa Fevzi Mertun, Merve Erik, Hayriye Arikan, Ciwan Şen, kurê wî yê 9 mehî Eyup Miraç Şen, Zehra Eyiol, Fatma Kartal û welatiyeke bi eslê xwe Qirqiz a bi navê Gultilay Biga. Hat ragihandin ku qurbaniyê herî piçûk ê vê karesatê, pitikê 9 mehî Eyup Miraç, di dema qezayê de di hembêza bavê xwe de can daye ku ev jî bû cihê xemgîniyekê mezin.

Parve bike: