Wezîr Sadik: Piştî Cejna Qurbanê wê PDK û YNK rûnin
PeyamaKurd - Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Piştîwan Sadik, îşaret bi wê yekê kir ku piştî Cejna Qurbanê wê hevdîtinên krîtîk ji bo germkirina têkiliyên di navbera PDK û YNKê de pêk werin û tekez kir ku serdana dawî ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya Bexdayê di misogerkirina mafên destûrî de serkeftinek mezin bi dest xistiye.
Di civîna çapemeniyê ya îro (Çarşem, 27ê Gulana 2026an) de, Piştîwan Sadik mijarên girîng ên siyasî û îdarî nîqaş kir û diyar kir ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo serdemeke nû ya danûstandinan amadekariyan dike.
Piştiwan Sadik got, "Peyama Serok Barzanî divê bikeve meriyetê û got, "Wekî PDKê, me hemû amadekariyên xwe temam kirine da ku li gorî vê peyamê gavên pratîkî bavêjin û wê bi cîh bînin."
Wezîr Sadik herwiha diyar kir ku piştî Cejna Qurbanê wê gavên cidî werin avêtin da ku civînên di navbera partiyên siyasî de, bi taybetî di navbera PDK û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de werin lidarxistin.
Wezîrê Ewqafê tekez kir ku têkiliyên bi Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û partiyên din ên siyasî re bênavber berdewam dikin û got, "Hin pirsgirêkên piçûk hene, lê em hewl didin ku wan li gorî berjewendiyên giştî çareser bikin."
Di beşek din a axaftina xwe de, Wezîr Sadiq behsa encamên serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya Bexdayê kir û got, "Li gorî nirxandinên raya giştî ya Ereb û Iraqê, ev serdan pir serketî bû."
Sadiq diyar kir ku di dema serdanê de li ser mijarên destûrî û mijarên têkildarî Herêma Kurdistanê nîqaşên berhemdar hatine kirin û destnîşan kir ku di nav van mijaran de hevkarî, lihevhatin, hevsengî, budceya herêmê, madeya 140 û mijara Pêşmerge hene.
Wezîr hêvî kir ku hikûmeta nû ya Iraqê wê bi van rêkeftinên ku avakirina wê pêk anîne re dilsoz bimîne.
Piştiwan Sadiq herwiha tekez kir ku pêwîstiya ji nû ve aktîvkirina Parlamentoya Kurdistanê heye.