TR KU SO
FB X
Cîhan

Di xaniyê hilberîna fisekên hewayî de teqîn: 10 mirî û 20 birîndar hene

Admin M
Nivîskar
📅 22 adar 2023 01:42

PeyamaKurd – Li welatê Meksîkayê li eyaleta Morelosê li bajarê Totolapanê di maleka ku tê de fişekên hewayî dihat hilberîn, teqîn çêbû. Di encama teqînê de xanî bi termamî şewitî û li ser şewatê gelek ambûlans û tîmên îtfaiyê çûn ciyê bûyerê. Lê di encama şewatê û teqînê de 10 mirî û 20 birîndar hene.

Serokê şaredariya bajêr Sergio Livera ragihand ku bi sietaye li deverê xebatên rizgarkirin û lêgerînê dewam dike û dibe jimara miriyan zêdetir bibe.

Koordînasyona sîvîl ya eyaleta Morelosê daxwuyanî da û tê de got ku di malê de bê rûxset hilberîna fişekên hewayî hatiye kirin û depokirin. Sedema teqînê nayê zanîn û li serê xebat tên kirin.

Parve bike: