TR KU SO
FB X
Cîhan

Tevî agirbestê li Îranê teqîn hatin bihîstin: Sîstemên parastina hewayî hatin aktîfkirin

Admin L
Nivîskar
📅 10 nîsan 2026 12:27

PeyamaKurd - Li Tehran û çend bajarên din ên Îranê teqînên bihêz hatin bihîstin û sîstemên parastina hewayî hatin aktîfkirin.

Sê roj piştî ragihandina agirbestê di navbera Tehran û Washingtonê de, îro serê sibê (Înê, 10ê Nîsana 2026an) li Tehran, Tebrîz, Bender Ebas û Kerecê teqînên bihêz hatin bihîstin.

Herwiha rapor destnîşan dikin ku doh êvarê, dengê balafirên şer li Bender Ebas, bajarekî li parêzgeha Hormozgan a li başûrê Îranê, hat bihîstin û piştre li hin deveran teqînên bihêz çêbûn.

Di vê navberê de, Waliyê Tebrîzê, Malik Rehmetî, piştrast kir ku piştî firîna droneke sîxurî ya Îsraîlê, sîstema parastina hewayî ya bajêr hat aktîfkirin.

Doh êvarê saet di 10ê şevê de li Tebrîzê gelek teqînên bihêz hatin bihîstin.

Li gorî Malik Rehmetî, ev deng bi tenê bi aktîfkirina sîstema parastina hewayî ve girêdayî bûn. Lêbelê, gelek welatiyên ku li ser medyaya civakî parve kirin, ragihandin ku di navbera saet 10ê şevê û 1ê sibê de herî kêm pênc teqînên tund çêbûne.

Sîstemên parastina hewayî îro serê sibê li navçeyên Abbasabad, navendî û bakur-rojhilatê Tehranê jî hatin aktîfkirin û dengê teqînên bi hêz hat.

Herwiha, li gorî raporan, doh bi şev saet di 9ê êvarê de gelek teqîn li rojavayê Tehranê û herêma Seyyed Xandanê çêbûn.

Ev pêşketin di demekê de qewimîn ku Washington û Tehran roja Çarşemê sibê bi fermî li ser agirbestek 14 rojî li hev kirin da ku peymanek aştiyê ya demdirêj a bi navbeynkariya Pakistanê îmze bikin.

Parve bike: