TR KU SO
FB X
Cîhan

Di xwepêsandanên Îranê de 67 kes hatin girtin

Admin M
Nivîskar
📅 28 mijdar 2021 00:44

PeyamaKurd – Fermandarê yekîneyên Îranê Hasan Kerîmî ragihandin ku di xwepêşandanên li bajarê Esafahanê de 67 xwepênşadêran girtine. Xwepêşandan di 19 ê mehê de destpêkiribûn. Kerîmî weha got:

“Me îznê dabû ku di navbera 30 û 40 hezar kesî de li ser çemê Zayende xwepêşandanê bikin. Bi temamî li gor hûqûqê bû û ti bûyerekî nexweş çênebû. Daxwazên xwe gihandibûn dezge û saziyan û xwepêşandan bi dawî bûbû.”

Kerîmî got u ji derve de biyanî tevlî xwepêşandanê bûne û weha dewam kir:

“Li dora 2 hezar xwepêşandêr cotyaran ji xwe re kirin weka mertal û kevir û kêra êrîşê polîsan kirin û mafê cotyarên Esfehanê kirin şer. Konên cotyaran şewitandin. Ji wan kesên ku tevli xwepêşandanê bûn 67 kes hatin girtin.”

Parve bike: