Dibe Îran bi fuzeya balîstîk bersivê bide
PeyamaKurd- Pisporên Îranê dibêjin ku Îran xwe amade dike da bersiva êrîşa li Ahwazê bide. Bi sedema ku Îran navê sê welatên ku hevkarên Amerîka ne daye û gotiye ku di kendavê de ew welat ji êrîşa Ahwazê berpirsin, dibe ku Îran êrîşê fuzeya balîstîkî bike.
Her sê dewletên ku Îran navên wan aşkera kiriye; Erebistana Si’ûdî, Emarat û Îsraîl in ku her sê jî ji Amerîkayê piştevaniyê distînin. Pisporê Îranê yê siyasetê Keywan Saîdî dibêje ku Erebistan û Emarat razîbûna xwe ya bo bûyera Ahwazê anîne ziman û hevkariya xwe bo mijara Yemenê qewîtir kirine û heyfa fuzeyên ku Hûsî ji Yemenê davêjin bo Erebistan û Emaratan distînin. Saîdî dibêje têkiliyên serpereştên El Ahwaziye û Ahwazûna yên bi Erebistana Si’ûdî re aşkerane û dixwazin ji Îranê veqetin.
Li ser mijara; wê Îran bersiveka çawa bide welatên Kendavê de Saîdî dibêje ku hukumeta Rûhanî giringiyê dide dîplomasiyê û di vê sehayê de gelek aktîfe. Hişyarkirina balyozên dewletan jî vê îşaretê dide. Lê lêdana Dêrezorê û baregeha PDK-Îranê jî ûsûleka bersivdana Îranê ye.
Pisporê siyasî û pêwendiyên navdewletî Fûad Îzedî dibêje bo êrîşeka weha pêdiviya failên bûyerê bi perwerda leşkerî û alîkariya maddî heye û dibêje ji serî de têkiliyên van dewletan û DEAŞ an El Ahwaziye bi hevre hene.
Îzedî dibêje şîretkarê asayîşa netewî yê Amerîkayê John R. Bolton ragihandibû û digot “bo xerabkirina rejîma Îranê divê mirov ji Hûzîstan û Kurdistanê dest pêbike” û lewraye ku li Ahwaza bi ser eyaleta Hûzistana Îranê dest bi tevgereke weha kirine. Îzedî dibêje grûbên ku Bolton balê dikşîne ser wan ji aliyê Erebistan û Amerîka de tên parastin û encama wê bûyerên dawiyêne.