Cîhan
Dîplomatên Rûsya yên li Polonyayê terka welat kirin
PeyamaKurd – Dewleta Polonyayê hinek dîplomatên Rûsyayê ku li Polonyayê di konsulxaneya Rûsya de dixebitîn nexwestibû û ji wan daxwaz kiribûn ku di nav 72 sietan de terka Polonyayê bikin. Berdevkê wezareta karên derve yê Polonyayê Lukasz Jasina ragihand ku temamê dîplomatên navborî terka Polonyayê kirine.
Jasina, agahî da ku serkonsolosê Varşovayê yê Rûsya Sergei Andreyev û dîplomatên Rûsya ji Polonyayê derketine.
Polonya, di 23 yê adarê de di derheqqê 45 dîplomatên Rûsya de gotibû ku hukumeta Polonya wan naxwaze.