TR KU SO
FB X
Cîhan

Dîroka nû danûstandinên Amerîka-Îranê diyar bû

Admin H
Nivîskar
📅 05 tîrmeh 2026 14:05

PeyamaKurd - Biryar e roja 11ê Tîrmehê gereke nû ya danûstandinên rasterast di navbera Amerîka û Îranê de li Pakistanê dest pê bike daku proseya diyalogê were nûkirin û asta rageşiya navbera her du welatan kêm bibe.

Li gorî jêderên dîplomatîk, ev hevdîtina çaverêkirî dê li ser sê mijarên serekî û hestiyar hûr bibe ku ew jî cezayên aborî yên Amerîkayê yên li ser Tehranê, çarenivîsa saman û pereyên Îranê yên ku li welatên derve hatine blokekirin û dosyeya bernameya atomî ya Îranê ne.

Hate ragihandin ku ji ber merasîma veşartina Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xamineyî, diyarkirina endamên şanda danûstandinkar a Îranê heta piştî temamkirina şînê hatiye paşxistin.

Parve bike: