‘Divê Tirkiye û PKK serî li rêya danûstandinê bidin’
PeyamaKurd - Wezîra Karê Derve yê Norwêcê Ine Ericsel Søreide ragihand, “Divê PKK û Tirkiye pirsgirêka Kurd bi rêya muzakereyên siyasî çareser bikin.”
Wezîra karên Derve ya Nerwêc Ine Erîcsel Søreide li Parlamentoya Norwêcê li ser pirsnameya derbarê rewşa Abdullah Ocalan a li girtîgeha Îmraliyê axîvî û got, “Divê hem PKK û hem jî Tirkiye di mijara çareserkirina pirsgirêka Kurd de serî li rêyên çareseriya danustaninên siyasî bide.”
Søreide diyar kir, “Li Tirkiyê bûyerên têkildarî mafên mirovan û hiqûqê rû didin bi fikar û metirsîdar in. Ev bi dehan car ji aliyê hikûmeta me ve hatiye ziman divê Tirkiye di serî de li gorî peymanên navneteweyî tevbigere. Di her hevdîtinê de her demê pêşniyara ku şer bi rêyên aştiyan e û demokratîk bên çareserkirin, dikin. Ev ji bo her du aliyan jî derbas dibe.”
Wezîra Norwêcê herwiha da zanîn, “Hikûmeta me xebatên mafê mirovan a Konseya Ewropa, demokrasî û hiqûqa li Tirkiyeyê destek dike. Konseya Ewropa bûyerên li Tirkiyeyê ji nêz ve dişopîne, pêvajoyê ji gelek aliyan ve digirin dest.”