TR KU SO
FB X
Cîhan

Tirkiye û Fransayê nexşerêya hevkariya parastinê îmze kir

Admin H
Nivîskar
📅 04 cotmeh 2026 14:41

PeyamaKurd - Tirkiye û Fransayê ji bo xurtkirina peywendiyên xwe yên leşkerî û parastinê "Nexşerêya Hevkariya Parastinê" îmze kirin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê, di encama hevdîtinên asta bilind ên bi rayedarên fransî re, her du aliyan li ser pêşxistina diyaloga stratejîk li hev kir.

Hat diyarkirin ku di çarçoveya serdan û civînan de bi Wezîra Kar û Barên Hêzên Çekdar û Şervanên Dêrîn Alice Rufo, Serokê Ofîsa Taybet a Leşkerî ya Serokkomariya Fransayê Vincent Giraud û Rêvebirê Giştî yê Pêwendiyên Navneteweyî û Stratejiyê Guillaume Ollagnier re hevdîtinên berfireh hatine kirin.

Armanca nexşerêya ku hatiye îmzekirin ew e ku hevkariya parastinê bighîje asteke bilindtir û diyaloga stratejîk bikeve çarçoveyeke sazûmanî, her wiha li ser bingeha berjewendiyên hevbeş mekanîzmayeke nêzîktir a ewlehiyê bê avakirin.

Parve bike: