TR KU SO
FB X
Cîhan

Dosya Kaşif Kozinoğlu: Dozgerê zîndanê, serdozger û hevalê wî yê odê xistin bin çav

Admin M
Nivîskar
📅 17 îlon 2026 15:27

PeyamaKurd – Di sala 2011an de xebatkarê berê yê MİTê Kaşif Kozinoğlu di zîndana Silivri de, dema nexweş ketibû wî biribûn nexweşxanê lê di rê de miribû. Di medya civakî de behsa jehrkirina wî tekirin û lewra dosya wî ji nûh de kete rojevê.

Di wê wextê de, di lêpirsîna mirina Kozinoğlu de serdozger Ali İşgören, dozgerê zîndanê Necip Doğan û hevalê wî yê di heman odê de dima, efserê deryayê Yuzbaşi Hasan Ataman Yıldırım bûn. Li ser dosyayê ji nûh de rave dikin, niha her 3 kesan jî xistin bin çav.

Di 74 deqeyên dawiyê yên Kaşif Kozinoğlu yên li zîndana Silivriyê de, hat ragihandin ambulans 29 deqe paşî çûye zîndanê û bi ambûlansê re doktor nebûye.

Cendirme yên alaya fermandariya Îstenbolê seet di 07.00an de avêtin ser malên her sê kesan û wan xistin binê çav.

Hat gotin ku İşgören li ser dosya navborî biryarê daye ku ne hewceye lêpirsîna dosyayê bikin û paşî ji doza FETÖ ji ser kar hatiye derxistin. Doğan jî di wê wextê de dozgerê zîndanê bûye, tevlî lêpirsîna ciyê rûdanê bûye û ew jî di dosya FETÖ de ji ser kar hatiye derxistin.

Hevalekî dinê yê Kozinoğlu ku pê re di zîndanê de, di heman odê de bû, Jandarma Albay Hasan Atilla Uğur tasbît kirin ku li Kibrisê ye. Ji bo desteserkirina wî niha xebat dewam dikin. Navê Atilla Uğur bêhtir di mirina Kozinoğlu de derbas dibe.

Wê lêpirsîna her sê kesan ya edlî dewam bike heya Atilla Uğur jî bê girtin.

Parve bike: