TR KU SO
FB X
Cîhan

Du partî wê encama 24ê Hezîranê tayîn bikin!

Admin V
Nivîskar
📅 28 gulan 2018 15:44

PeyamaKurd- Li Tirkiyê di 24ê Hezîranê de ji bo Serokomariya Tirkiyê hilbijartin wê bê kirin. Ya rastî ev ne serokomarî ye, lewra êdî sîstem guheriye û bûye Sîstema Serokatiyê. Yanî di 24ê Hezîranê de Tirkiye wê Serokê xwe hilbijêre. Ji bo serokatiyê 6 namzet hene.

Nivîskarê rojnameya “Cumhuriyet”ê Orhan Bursali li ser hilbijartinê nivîsek nivîsî û got ku Du partî wê encama 24ê Hezîranê tayîn bikin.

Orhan Bursali wiha berdewam kir: Di hilbijartina pêşiya me de 2 partî pir girîng in. HDP û SP (Partiya Seadetê). Heke HDPê giraniya rayên Kurdan bistîne û bendê derbas bike, di parlamentoyê de serdestî dikeve destê muxalefetê de.

SP jî di van mehên dawî de li xwe vegeriya û kete rojeva Tirkiyê de. Heke SP jî ji AKPê hinek rayên dîndara bikişîne û bi qasî %4-5an bistîne wê encamên hilbijartinê biguhere. Ev ji bo AKPê weke mirinê ye.

Parve bike: