TR KU SO
FB X
Cîhan

Du rojnamevanên tirk ji ber desîfrekirina ‘MÎTê hatin girtin

📅 05 adar 2020 17:01

PeyamaKurd - Rojnamevan Bariş Terkoglu û Hulya Kilinç bi hinceta ku, endamekî MÎTê yê li Lîbyayê hat kuştin deşîfre kirin, hatibûn desteserkirin û piştî îfade dan dozgeriyê, ji aliyê Çaremîn Dadgeriya Silh û Cezayan a Stenbolê ve hatin girtin.

Polîsan duh (04.03.2020) bi ser mala Bariş Terkoglu de girtibûn û ew biribûn Şûbeya Ewlehiyê ya Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê. Piştî Terkoglu, rojnamevan Hulya Kilinç jî li Manîsayê hat desteserkirin û ew anîn Stenbolê.

Li gorî zanyariyan, dozgeriyê îfadeya wan li Adliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê wergirt û dadgeriyê jî biryara girtina Terkoglu û Kilinç da. Bariş Terkoglû birin Girtîgeha Sîlîvriyê, Hulya Kilinç jî birin Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê.

Odatvyê aşkere kir ku biryara desteserkirinê ji ber weşandina nûçeya bi navê “Odatv dîmenên veşartina cenazeyê endamekî MITê, şehîdê Libyayê bi dest xistiye ku bi bêdengî û bê merasîm hatiye binaxkirin” hatiye dayîn.

Li gorî nûçeyê endamekî MITê li Libyayê jiyana xwe ji dest dayê lê navê wî nehatiye aşkerekirin û li Tirkiyeyê hatiye vêşartin.

Parve bike: