TR KU SO
FB X
Cîhan

DYA di nav 24 seetan de 6,500 ton alavên leşkerî şand Îsraîlê

Admin M
Nivîskar
📅 30 nîsan 2026 21:45

PeyamaKurd – Wezareta birgiriyê ya Îsraîlê ragihand ku di nav 24 seetan de ji DYAyê 6,500 ton muhîmmat û alavên zirxî yên sivik bi 2 keştiyên kargoyê û çend balafiran gihaye Îsraîlê.

Di keştiyên ku gihane limana Hayfa û Aşdodê de bi hezaran muhîmmatên hewayî û bejayiyê hene, kamyponên leşkerî hene,alavên hevpar yên taktîkî yên sivik (JLTV) û techîzatên din teslîm kirine.

Wezaretê got ku alavan li cûr bi cûr li baregehên welat belav kirine lê detayên belavkirinê neda ragihandin. Di daxwuyaniya Îsraîlê de behsa ramanên Yisrael Katz jî hat kirin ku gotiye, ger pêwsit be artêşa Îsraîlê li her deverê operasyonan dikare bimeşîne

Amir Baram jî ragihand ku dê sewqiyatên leşkerî di heftên pêşiya me de bi zêdayî dewam bikin.

Di daxwuyaniya wezaretê de hat gotin ku ji piştî êrîşa DYA û îsraîlê ya ser Îranê destpêkiriye heya niha di rêya keştî û balafirên kargoyê de ji 115 hezar û 600 tonan zêdetir techîzadên leşkerî gihaye Îsraîlê.

Parve bike: