Cîhan
Di xwepêşandanan de ala Îsraîlê hate şewitandin
PeyamaKurd - Li gelek parêzgehên Sûriyeyê li hemberî mayîna Îsraîlê ya li başûrê welêt xwepêşandan hatin lidarxistin. Di xwepêşandanan da ala Îsraîlê jî hate şewitandin.
Li bajarê Humsê, li bajarokê Xan Erneba yê Quneytrayê, li Seisei û Doma yên gundewarên Şamê, her wiha li Hesekê û Dêrazorê xwepêşanderan daxwaza derketina hêzên Îsraîlê kir û li Hesekê jî ala Îsraîlê hate şewitandin.
Li aliyê din, li bajarokê Renkos ê herêma El Qelemonê piştî şerê di navbera hêzên ewlehiyê û çekdaran de ku di encamê de du endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û 5 çekdar hatibûn kuştin, gel dakete qadan û xwest ku bûyer were lêkolînkirin û berpirsên binpêkirinan werin cezakirin.