TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîkayê ji bo sê welatên Kendavê hişyariya ‘Asta 3yan’ derxist: Metirsiya mûşek û dronan heye

Admin İ
Edîtor
📅 27 adar 2026 15:44

PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), ji ber zêdebûna rageşiya leşkerî ya li herêmê, hişyariyeke nû ya rêwîtiyê ya di "Asta 3yan" de ji bo sê welatên Kendavê weşand. Ev hişyarî welatiyên Amerîkî yên li Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî (Îmarat), Behrêyn û Erebistana Siûdî digire nav xwe.

“Li ser terikandina herêmê bifikirin”

Wezareta Derve bi rêya balyozxaneyên xwe yên li herêmê ragihand ku ji ber êrîşên berdewam ên li Rojhilata Navîn, gefên mûşek û dronan li van her sê welatan gihîştine asteke metirsîdar. Di daxuyaniyê de ji welatiyên Amerîkî hat xwestin ku eger derfeta wan hebe li ser terikandina herêmê bifikirin û ji bo parastina canê xwe di amadebaşiyê de bin.

Bangewaziya ji bo stargehan

DYAyê hişyarî da welatiyên xwe yên ku li Kendavê dimînin ku divê her dem amade bin xwe bavejin penagehan (stargeh). Hat destnîşankirin ku di dema her cure êrîşeke mihtemel a asmanî de, pêwîst e welatî li wan deverên ku lê ne, cihên ewle ji xwe re peyda bikin û zanyariyên ewlehiyê bi baldarî bişopînin.

Rewşa geştên asmanî

Derbarê trafîka hewayî de hat diyarkirin ku her çend geştên balafirên bazirganî li Îmarat û Erebistana Siûdî niha berdewam bin jî, lê ji ber rewşa awarte ya şer dibe ku di her kêliyê de derengketin yan jî betalkirinên berfireh çêbibin.

Ev gava Washingtonê di demekê de tê ku rageşiya di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de bi giranî bandorê li ewlehiya welatên Kendavê dike. Tenê çend saet berê, Pasdarên Şoreşa Îranê gef xwaribûn ku ew ê bi tundî bersiva her derbasbûneke ji Tengava Hurmuzê bidin, ku vê yekê fikarên ewlehiyê li herêmê gihandine lûtkeyê.

Parve bike: