DYA, sedema xwekuştina 8 leşkerên deryayê ragihand
PeyamaKurd – Cîgirê fermandarê hêzên deryayê yên Amerîkayê Hung Cao sedema xwekuştina 8 leşkerên deryayê yên di keştiya Amerîkayê de ya bi navê USS Abraham Lincoln de ragihand.
Hung Cao, li ser pirsa senatora New Yorkê Kirsten Gillibrand di nameya ku jê re şand de got ku di keştiyê de 8 leşkerên di beşa êrîşa de bûn, di wexta karê xwe de hewla kuştina xwe kirine. Cao got:
“Muretebata Lincolnê û baskê beşa hewayî ya keştiyê, grûba êrîşan û ji filoya herbê, ji muhrîbên refaqetê û ji temamê fîloyên ku di keştiyê de binecîne, hene. Di keştiyê de ji bo pêdiviyên derûnî û hissî jî 5 wezîfedarên dînî û gelek psikolog hene.”
Li ser pirsa senator Gillibrand ku endama komisyona çekdaraye, li ser şertên xerab yên rêvebiriya Trump got ku kiryarên li ser leşkeran nayê qebûl kirin. Gillibrand ji bo BBCyê ragihand û got:
“ Trump û wezîr Hegseth ji bo gotinên me dibêjin ku sextene lê derket ortê ku leşker di şertên xerab de dixebitin. Leşker û malbatên wan fîdakariyên zêde dikin lê serok Trump wan bi bêrêzdarî red kir.”
Leşkerên navborî di şertên şer de yên li Rojhilata Navîn dewam dikir de, li dora 9 mehan neçûn mala xwe, ji malbat û zarokên xwe dûr mabûn û derûniya wan xerab bû û bû sedema xwekuştina leşkeran.