Cîhan
DYAê firotina 48 balafirên F-35 ji Siûdî re pejirand
PeyamaKurd - Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) firotina 48 balafirên şer ên F-35, 49 motorên Pratt & Whitney û amûrên teknîkî ji Erebistana Siûdî re pesend kir.
Digel ku Riyadê bi kêfxweşî pêşwaziya vê peymanê kir û wekî nîşaneya hevkariya stratejîk binav kir, rayedarên Amerîkî îdîa kirin ku ev firotin dê hevsengiya leşkerî ya li herêmê neguherîne.
Lê belê, hin analîstên îstîxbaratê û endamên Kongreyê ji ber nêzikbûna Riyad û Pekînê fikarên xwe anîn ziman ku teknolojiya pêşketî ya balafiran dikare bikeve destê Çînê.
Di vê navberê de tê gotin ku tevî fikarên Îsraîlê yên li ser parastina serweriya xwe ya leşkerî, ev peyman di demekê de ketiye rojevê ku şerê li Rojhilata Navîn bandorê li ser Erebistana Siûdî jî dike.