DYAyê bo Amerîkaya Latînî dest bi sewqiyata leşkerî kir
PeyamaKurd - Li gorî nûçeya rojnameya The New York Timesê (NYT) ku dispêre çavkaniyên leşkerî yên DYAyê, artêşa Amerîkayê ji bo perwerde û manewrayên leşkerî yên ligel hêzên herêmî, dest bi sewqkirina bi sedan leşkeran bo Amerîkaya Latînî kiriye.
Di vê çarçoveyê de hat ragihandin ku yekîneyên pêşîn ên tabûra ji 600 leşkerî pêk tê ya Lîwaya 10an a Çiyayî li navendeke nû ya perwerdeyê ya li Panamayê hatine cîwarkirin.
Hat destnîşankirin ku ev hêz dê li Kolombiya û Hondurasê tevlî manewrayan bibin û di çarçoveya operasyonên dijî bazirganiya hişbirê de piştgiriyê bidin Yekîneyên Operasyonên Taybet ên DYAyê.
Ji aliyê din zêdebûna hebûna leşkerî ya DYAyê li herêmê û egera veguhastina balafirên bêfirokevan yên ji cureya MQ-9 Reaper bo fermandariya SOUTHCOMê, bûye sedema fikarên rêxistinên mafên mirovan ku ev gav dikare ewlehiya sivîlan bixe metirsiyê