TR KU SO
FB X
Cîhan

Ebadî: Malikî Amerîka dawetî Iraqê kir

Admin H
Nivîskar
📅 11 nîsan 2019 23:57

PeyamaKurd – Serokwezîrê berê yê Iraqê û Serokê Hevpeymana Nesr Heyder Ebadî got ku yê hêzên Amerîkayê vexwendiye Iraqê, Serokwezîrê berê û Serokê Hevpeymana Dewleta Yasa Nurî Malikî ye.

Ebadî di hevpeyvîna digel El Arabi El Cedid de, Malikî bi anîna Amerîkayê bo Iraqê tawanbar kir û got, “Hêzên Amerîkayê li ser bangewaziya serokwezîrê berê Nurî Malikî hatin Iraqê. Lê min jî ji bo têkoşîna dijî DAIŞê derfet çêkir ku ji zêdetir welatan werin piştevaniyê.”

Ebadî herwiha diyar kir ku mayîna hêzên biyanî li Iraqê bi biryarên hikûmetê ve girêdayî ye û pêwîstî bi lihevkirinê heye.

Parve bike: