Ebdulmehdî: Îranê nîvê sevê bi nameyekê ez ji êrîsê agahdar kirim
Peyamakurd - Serokwezîrê Iraqê yê hikûmeta veguhêz Adil Ebdulmehdî ragihand, Îranê rayedarên Iraqê bi êrîşan agahdar kiribû.
Adil Ebdulmehdî di daxuyaniyekê de ragihand ku wî piştî nîvê şevê nameyek ji Îranê wergirtiye ku Îranê bersiva êrîşa kuştina Qasim Suleymanî daye destpêkiriin yan jî dê destpê bike.
Ebdulmehdî got, Îranê jê re gotiye, êrîş tenê li ser binkeyên leşkerên Amerîkî ye, lê cihê wan binkeyan diyar nekiriye.
Ebdulmehdî da xuyakirin ku Amerîkayê jî ew agahdar kiriye ku hin moşek li baregehên leşkerî yên Amerîka ketine û got ku wî dema agahdarî ji Îranê wergirtiye, wî jî yekser hêzên Iraqî bi nûçeya êrîşê agahdar kirine, lê wî ti raport derbarê ziyanan, ne ji artêşa Iraqî û ne ji Hevpeymaniya Navdewletî wernegirtiye.
Ebdulmehdî herwiha got, ew ji bo kêmkirina aloziyan pêwendiyan dike û destnîşan kir, Iraq binpêkirina serweriya wê û destdirêjiya li ser xaka wê red dike.