El Sanî: Ji bo nûkirina balafirgeha Kabîlê em bi Tirkiyê re dixebitin
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Qatarê Şêx Muhammed B. Abdurrahman El Sanî bi rêya video konferansê tevlî forma diyalogê ya Derya Sipî ya MED ê bû. Form di mazûrvaniya wezareta kerên derve, Enstîtuya Xebatên Siyasî ya Îtalyayê hat kirin. El Sanî di formê de axifî û got ku Qatar û Tirkiye bi hevre dixebitin da bikin ku balafirgeha Kabîlê ji nûh de karibe bixebite.
Li gor ragihandina El Sanî; tamîr, nûhkirin û techîzata balafirgehê ji aliyê Qatar û Tirkiyê de têkirin. El Sanî got ku endîşeyên Rûsya, Çîn û dewletên herêmê hene ji Afxanistanê bûyerên neyînî derên û di mijarê de bi Rûsyayê re di nav têkiliyan de ne. El Sanî weha dewam kir:
“Rewşa asayîşa li Afxanistanê endîşeya welatên cîran û herêmê zêde dike. Civaka navdewletî ne zelale bê li hemberê reşwa li Afxanistanê wê çi bikin.”