Elî Zeydî naveroka hevdîtina bi Donald Trump re eşkere kir
PeyamaKurd - Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîe bi amadebûna Serokwezîrê Iraqê civîneke girîng pêk anî.
Di civînê de behsa serdana dawî ya Serokwezîr a bo Amerîkayê û hevdîtina wî ya ligel Serokê Amerîkayê Donald Trump hatiye kirin.
Di civînê de tekezî li ser piştevaniya komîteya danûstandinan a bi komên çekdar re hatiye kirin û hişyariyeke tund hatiye dayîn ku divê ew kom di dema diyarkirî de çekên xwe radest bikin, bi berevajî vê yekê dê bi encamên xirab ên aborî, siyasî û ewlehiyê re rû bi rû bimînin.
Her wiha derbarê mijarên navxweyî de jî hate ragihandin ku eger aliyên Sunî berbijêrên xwe diyar bikin, vê hefteyê kabîneya hikûmetê li parlamentoyê tê temamkirin û her wiha gotûbêj li ser pejirandina budceya giştî û siyaseta darayî ya welêt hatin kirin.